Serokê CIA têkildarî mijara Îranê wê serdana Îsraîlê bike

Rêveberê Rêxistina Îstîxbaratê ya Amerîkayê (CIA) William Burns ji bo nîqaşkirina dosya Îranê, wê serdana Îsraîlê bike.

Di nûçeya rojnameya Îsraîlî “Walla News” de hat gotin, tê payîn ku Burns di çarçoveya serdanê de bi Serokwezîr Naftali Bennett û Serokê Servisa Îstixbarata Derve yê Mossad David Barnea re hevdîtin bike.

Di hevdîtina Burns de, wê çalakiyên nukleerî yên Îran û xebatên rêveberiya hikumeta Tehranê werin nîqaşkirin.

Balkêşe ku ev hevdîtina Rêveberê CIA ya ji bo Îsraîlê hemwextî geşbûna aloziya navbera Tel Evîv û Tehranê hat.

29’ê Tîrmehê piştî keştiya Îsraîl ya li Umanê hate binavkirin, di navbera aliyan de careke din alozî zêde bûbû.

Her wiha tê payîn ku Burns li Ramallahê bi Serokê Fîlîstînê Mahmûd Ebbas re jî bicive.

Back to top button