Pentagon: Talîban bilez pêşdikeve, rewşa ewlekariyê qet baş xuya nake

Tevî hemû hewildanên DYA yên 20 salan li Efxanistanê ku dawî li Talîbanê bêne, niha welat roj bi roj dikeve destê Talîbanê. Talîban ku zêdeyî 200 navçeyên welat kontrol kiriye di nava rojên dawiyê de paytexta 6 parêzgehan jî kontrol kir.

Niha jî di armanca çekdarên Talîbanê de Mezar-i Şerîf heye. Pentagon ragihand ku rewşa li welat metirsîdare. Waşîngtonê ji bo agirbestê giranî da ser hewldanên dîplomatîk.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku sefîrê taybet ê DYA’yê ji bo Efxanistanê Zalmay Xelîlzad “Ji bo alîkariyê bide destnîşankirina bersiveke navneteweyî ya hevpar a li hemberî rewşa nebaş a li Efxanistanê” çû paytexta Qeter Dohayê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Zalmay bang li Talîbanê kiriye ku operasyona leşkerî rawestîne, ji bo aramî û pêşveçûna Efxanistanê bi rêya danûstandinan bigihêje lihevkirineke siyasî.

Rêveberiya DYA’yê di daxuyaniyên xwe yên hefteyên derbasbûyî de ragihand ku wê di mijara perwerdeya leşkerî de piştgiriya ji bo hikumeta Kabûlê dewam bike.

Berdevkê Pentagonê John Kirby got,

“Parastina welatê xwe, şerê wan e.”

Piştî ku DYA’yê ji meha Gulanê û pê ve bi rengekî fermî dest bi vekişandina hêzên xwe kir, Talîbanê ji her eniyê ve dest bi êrişê kir.

Bi vekişînê re li bakurê Efxanistanê rewş zû guherî.

Talîban paytexta 6 parêzgehan kontrol kir

Roja Yekşemê di nava çend saetan de Kûndûz, Talû-kan ûSar-î Pol kete destê Talîbanê.

Rojên În û Şemiyê jî Zerenc û Şîbîr-gan, roja Duşemê jî Aybak kete bin kontrola Talîbanê.

Hin bajar jî bi navbeynkariya hin rûspiyan bêyî şer biqewime hatin radeskirin.

Aybak yek ji wan bajaran bû ku bêyî berxwedan lê bê kirin hate teslîmkirin.

Di rewşa heyî de ji 34 paytextên wîlayetan 6 jê ketine destê Talîbanê.

Li çar paytextên wîlayetan jî şer dewam dike.

Bi hezaran kes ji bakurê welêt reviyan, malên xwe terikandin.

Piraniya wan gihîştin paytext Kabûlê.

UNICEF: Di sê rojan de 20 zarok mirine û 130 jî birîndar bûne

Li gorî UNICEF’ê di nava sê rojên dawî de tenê li wîlayeta Kandaharê herî kêm 20 zarok ji ber şer mirin, 130 jî birîndar bûn.

Bajarê Mezar-i Şerîf di armanca Talîbanê de ye

Talîbanê niha berê xwe da Mezar-i Şerîf.

Talîbanê ragihand ku wan êriş birine ser Mezar-i Şerîf.

Li gorî polîsan şer bi 30 kîlometreyî nêzî bajêr diqewime.

Mezar-i Şerîf ku bajarekî dîrokî û xaçerêya bazirganiyê ye, her tim bû çavkaniya bingehîn a ku hikumet bakurê welêt kontrol bike.

Back to top button