Reîsî: Em ê dest ji mafê xwe yê di kendavê de bernedin

Serokomarê Îranê Reîsî diyar kir ku di her danûstandinekê de wê berjewendiyên welatê xwe bingeh bigre. Hemwextî vê yekê, Serokomarê Fransa Macron jî bang li Tehranê dike ku danûstandinên nukleerî ji cihê mayî bi awayekî hîn leztir bên dewamkirin.

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî doh di axaftina xwe de ragihand ku wê di her platformê de mafê welatiyên xwe biparêze.

Piştî vê yekê jî di navbera Îbrahîm Reîsî û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron de peywendiyek telefonî pêk hat.

Reîsî careke din teqezî li ser wê yekê kir ku ew di parastina mafê welatê xwe ya ava li kendavê de bibiryarin.

Piştî Reîsî hefteya derbasbûyî hat li ser erkê serokomariyê, ev yekem peywendiya telefonî ya li gel serokê welatekî rojavayî pêk anî ye.

Macron bang li Reîsî kir ku lez bide danûstandinên li Viyana

Serokomariya Fransa jî li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Serokomariyê diyar kir ku ji bo pêşketinek hîn zêdetir ya di mijara nukleerî de pêwiste ji hemû binpêkirinên li gorî peyaman 2015’an pêk hatiye bê bidawîkirin.

Serokê berê yê DYA Donald Trump, beriya niha bi awayekî yekalî ji peymana nukleerî vekişiyabû.

Piştî vê yekê jî Waşîngtonê dest bi danîna cezayan li ser Tehranê kiribû.

Tehran jî weke bersiv ji vê yekê re, lez dabû hilberîna uranyumê.

Ji bo zindîkirina peymana nukleerî ji meha Nîsana îsal heta Hezîranê, 6 gerên danûstandinan li paytexta Awûsturalya Viyenayê pêk hat.

Civîna herî dawî di 20ê Hezîranê de bû, lê heta niha ev civîn negihîştine ecamekê.

Niha ti demek ji bo lidarxistina gera heftem a van danûstandinan, nehatiye diyarkirin.

Back to top button