LI PAKISTANÊ TEQÎN16 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li bajarekî Pakistanê teqînek rû da.
Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Desthilatên herêmî yên Pakistanî ragihand ku teqînek li bajarê Quetta ku Şîyayên Hezara lê dijîn li rojavayê Pakistanê rû da.

Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan birîndar bûn.

Cîgirê polîsê bajêr Ebdulrezaq Tişîma diyar kir ku di nava miriyan de 8 Şîyayên Hezara hene û yên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Cîgir Tişîma ragihand ku teqîn set 7:30 sibehê di nava sebezyan li bazargehê hatibû veşartin de çêbû.

Heya niha ti alî ev teqîn negirtiye ser xwe.

 

Leave a Reply

Back to top button