Dagirkeran li Idlib û Ezazê du Efrînî revandin

Êrîş û hovîtîya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê dewam dikin.
Dagirkeran du sivîlên din yên ji Efrînê revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên dewleta Tirk a dagirker du welatiyên ji Efrînê, li Idlib û Ezaxê revandin.

Welatiyên ku dewleta Tirk wan revandine Ebdulqadi Ebdulnasir û Lutfî Mistefa Umer e.

Hat diyar kirin kesên hatin revandin ji bo ku ji aliyê çeteyan ve neyên girtin pere dabûn.

Welatiyê bi navê Ebdulqadi Ebdulnasir dema hewl dida ji Idlibê derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê çeteyên Tehrîr El-Şam ve hat revandin.

Hat diyar kirin ku çeteyan soz dabû Lutfî Umer ku wî negirin, lê dema gihaşt bajarê Ezazê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat revandin.

Heta niha çaranûsa kesên hatine revandin nayê zanîn.

Back to top button