Ji bo avhwea tevger neyê kirin 50 welat wê tine bibin

Rapora avhwayê hat eşkerekirin careke din metirsiyê xwe da der. Panela Guherîna Avhewa ya Navnetewî ya girêdayî NY ragihand ku guherîna avhewayê ber bi xeteriyê ve diçe û careke din bal kişand li ser bûyerên xwezayî ku demên dawî zêde bûne.

Piştî rapora NY hate gotin, ger bilez tevdîr neyên girtin, nêzî 50 welat wê li ser rûyê erdê tine bibin.

Panela Guherîna Avhewa ya Navnetewî ya girêdayî NY (IPCC) piştî rapora xwe ya dawî ya têkildarî avhwa weşad li nava cihanê metirsiyek zêde ava bûye.

Welatên herî zêde ji rewşa avhewayê bondor bibin jî ketine nava fikaran.

Hişyriya wê yekê hte dayîn ku Maldiver jî di nav de ger tevdîr neyên girtin 50 welat wê li ser rûyê erdê tine bibin.

Nûnerê van welatan û serokê berê yê Maldiviyan Mihemed Naşîd got,

“Hinek karbonê derdixin û em jî bi jiyana xwe berdêla vê yekê didin.

Pêşbîniyên di Rapora Avhewa ya Neteweyên Yekbûyî de wê welatê me “bi encamek wêranker ber bi tunebûnê ve bibe.”

Maldîv ya xwedî jimra herî kêm ya welatiyane, di rewşa guherîna avhwa de welatî herî zêde metirsî li ser heyî ye.

Panelê di rapora xwe ya doh parve kirî de, dazanîn ku wê havînên hîn germtir, zivistanên sartir û zuhabûnek hişk hîn zêdetir bibe.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres jî rapor ji bo mirovahiyê bi “alarmek sor” binav kiribû.

Encamên raporê destnîşan dikin ku bandora ziyana mirovahiyê ya li ser avhewayê “rast” e.

Li gorî raporê, ji ber dewamiya belavbûna gazên serayê di atmosferê de, dibe ku di nav 15 salan de sînorek germahiyê ya zêde were derbas kirin.

Tê diyarkirin ku dibe asta deryayê heta dawiya vê sedsalê 2 metreyan bilind bibe.

Ji bo nirxandina rewşa heyî wê di meha Mijdarê de li bajarê Glasgow yê Îskoçyayê civîna COP26 a Avhwea were lidarxistin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, ku dê serokatiyê ji civînê re bike îşaret bi raporê kir û got,

Rapor nîşan dide ka çiqas welat hewceyê alîkariyê ne ku barê herî mezin ê guheztina avhewa hilgirin.

Back to top button