Li rojavayê Afrîka yekemîn mirina ji ber Marburg Hummasina pêk hat

Weke ku hejarî û zûhabûna li Afrîka nebese, niha jî nexweşiya Marburg Hummasina li welat belav bûye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku yekem mirina ji ber Marburg Hummasina li welatê Afrîka Rojavayî Gîneyê çêbû.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de diyar kir welatê ku mirina yekem ji ber Marburg Hummasi, ku dişibe Ebola û pir zu belav dibe li Gîne hatiye tomarkirin.

WHO destnîşan kir ku ji 1967’an ve 12 nexweşiyên mezin ên Marburgê bi piranî li Afrîkaya Başûr û Rojhilatê Afrîkayê hatine dîtin.

WHO ragihand ku nexweşê ku ji ber Marburg miriye berî ku tenduristiya wî xirab bibe li klînîkek herêmî hate derman kirin.

Di nava salê de hem pêketiyên Marburg Hummasi û hem jî yên Ebola li Gîne û welatên din yên Afrîka hatin dîtin.

Rêvebira Herêmî yê WHO Matshidiso Moeti, ji bo Afrîkayê got:

“Marburg xwedî wê hêzeye ku dikare bi şêwazekî bilez belav bibe.

Ev jî tê wateya ku pêwiste em wê rawestînin.

Back to top button