Moskova û Pekîn bi 10 hezar leşkerî dest bi tetbîqatê kirin

Hêzên Çîn û Rûsî li herêma Xweser a Ningxia Huy ku piraniya wan misilmanên li Çînê ne, dest bi tetbîqata leşkerî kirin.

Tetbîqat, hemwextî wê yekê hat ku demeke, DYA hêzên xwe ji Efxanistanê vekişand û fikarên Çînê yên li ser welat zêde bûye.

Di tetbîqatê de zêdeyî 10 hezar leşkerên bejahî û hewayî amade bûn.

Tetbîqat bi fermana endamê Komisyona leşkerî ya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê Li Zuocheng ve hate despêkirin.

Moskowa û Pekînê diyar kirin ku armanca sereke ya tetbîqatê xurtkirina oparasyonên li dijî-terorê ye.

Li gorî çapemeniya Çînê tetbîqat wê heta 13 Tebaxê dewam bike.

Di tetbîqatê de xalên hatin armanckirin bi serkeftin hatin tinekirin

Hemwextî vê tetbîqatê Rûsya li gel Hindistanê jî tetbîqatek leşkerî birêve dibe.

Back to top button