Siûdiyê bi tewana nelirêtiyê 207 kes binçav kirin

Hikumeta Erebîstana Siûdî li dijî kesên bi tewana nelirêtiyê oparasyon pêk anîn. Berpirsên wezaretan jî di nav de, bi giştî 207 kes hatin binçavkirin.

Desteya Kontrolkirin û Dijî Nelirêtiyê ya Erebistana Siûdî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Wezaretê diyar kir ku wan têkildarî 878 dozên cezayî û dîsîplînê yên wekî gendelî, bertîl û destdirêjiya li wezîfeya giştî ya navbera 11 Tîrmeh û 9 Tebaxê de dane despêkirin.

Di vê çarçoveyê de, 207 kes hatin binçavkirin.

Di nava yên hatine binçavkirin de, ji kesên wezareta hindur, karên derve, dad, tenduristî, perwerde û bazirganî hene.

Ji bo kesên hatine binçavkirin, derkevin pêşberî dadgehê amadekariyên dawî têne kirin.

Di Adara 2018’an de, Qralê Erebistana Siûdî Salman bin Ebdulezîz damezrandina beşên taybetî ji bo lêpirsîna dozên nelirêtî û vekolîna îdîayan pejirand.

Back to top button