Ji ber binpêkirina biyara qedexekirina biçekirinê ya taybet bi Îran, Sûriyê û Korya Bakur, DYA`yê ceza li aliyên Libnan, Sûrî, Iraqî û Rûsî birîn.
DYA`yê îro li aliyên Libnan, Sûrî, Iraq û Rûsî û di nav de Hizbullah a Libnanê, Hizbullah a Iraqê, Esaib Ehil El-Heq û hin saziyên Sûriyê jî, ceza ferz kir.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got,
Aliyên ceza li wan hatine ferzkirin, biryara qedexekirina biçekirinê ya taybet bi Îran, Sûriyê û Korya Bakur binpê kirine.
Ceza li du saziyên Sûriyê yên girêdayî Wail Îsa û Eymen El-Sebax jî hatin ferzkirin.
Tê zanîn ku ev ceza, di çarçovyea cezayên qedexekirina belavkirina çekan de ya ji aliyê Nivîsgeha Ewlehiya Cîhanî û Qedexekirina Belavkirina Çekan a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, pêk hatiye.
Her wiha ceza li saziya lêkolîn û berheman “Pulsar” a Rûsî û şîrketa balafiran “Green Light Moscow”, hate ferzkirin.