Îran şandina elektirîkê ya ji bo Iraqê rawestand

Îranê ragihand ku wan elektirîka ji bo Iraqê dişand dane rawestandin û di nava hefteyê de tenê 13 megawat ji bo Efxanistanê jî şandine.

Berdevkê Pîşesaziya Elektrîka Îranê Mistefa Recebî Meşhedî têkildarî mijarê ji televsiona dewletê re axivî.

Mistefa Recebî Meşhedî diyar kir ku ji ber sedema germahî û pirsgirêkên derdikevin, wan elektrîka ji bo Iraqê dişandin dane rawestandin.

Meşhedî dazanîn ku tevî peymanên lihevkirina navebera wan û Efxanistanê ya li ser şandina 100 megawatê, tenê di hefteyê de karîne 13 megewatan bişînin.

Rayedarê Îranê daxuyakirin ku hinardekirina elektrîkê ku par 2 hezar megawat bû, îsal ji ber pirsgirêkên heyî daketiye 150 megawat.

Tevî ku hilberîna elektrîkê li Îranê rojane nêzî 50 hezar megawat e, ji ber zêdebûna germa havînê, serfkarî digihîje 66 hezar megawat.

Li seranserê welat jî qutbûna elektrîkê yek ji pirsgirêkên sereke ye.

Paytext Tehran jî di nav de, li 31 prêzgehên welat rojane 5-6 saetan elektirîk qut dibe.

Di nava demên dawiyê de ev bûbû sedema ku li gelek bajarên Îranê xwepêşandan pêk werin.

Back to top button