Dûran Kalkan: Serketin ji herdemê zêdetir nêzîktir e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi boneya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê diyar kir Pêşketin û destketiyên heyî hemû bi berxwedan û şerê lehengî yê 37 salan hatin afirandin.
Kalkan got, “Dem dema gelan e, dema gerîla ye. Dema artêşên bi rêk û pêk, dema hêzên ku xizmetê ji mêtingerî û zextê re dike derbas bûye. Li tevahiya cîhanê wê êdî serdema gerîla dest pê bike.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ji malpera PKK’ê re nivîsek nivîsî.

Dûran Kalkan Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê li Reber Apo û kadroyên partîyê û gel pîroz kir û diyar kir ku dem dema gelan e, dema gerîla ye.

Dûran Kalkan got:

“Serketin nêzî me ye ku em destê xwe dirêj bikin dikarin xwe bigihînê.

Gelê Kurd û gerîlayên wê yên leheng li her qadê berdêlan didin

Her berdêleke ku em didin weke berdêla serketinê û pêşketinên mezin e.”

Kalkan destînşan ger hinekî din baldar bin, li ser karên leşkerî û siyasî kûrtir bibin, di xeta îdeolojîk-rêxistinî de hîn bêhtir berfireh û bi dîsîplîn bin, berdêlên têne dayin wê ji nîvî jî bên kêmkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan anî ziman ku artêş û dewlet ji rê derketine û rêxistiniyên berovajî mirovahiyê û civakê ne û niha serdema ku vê sererast bike dest pê kiriye û berxwedana gelan bi taybetî berxwedana gelê Kurd ew têk biriye.

Dûran Kalkan diyar kir ku mîna pêngava Şoreşa Îslamê, Şoreşa Fransayê, Şoreşa Cotmehê ya Sosyalîst niha jî Şoreşa Azadiyê ya Apoyî dest bi pêngavê kiriye û got,

“pêşdîtinên Rêber Apo encama kûrbûn, hestên mezin e ku heta niha qet şaş nebûye û çil sal in rêya rast nîşan daye.”

Dûran Kalkan: Li tevahîya cîhanê wê serdema gerîla dest pê bike

Kalkan da zanîn divê bi asoyekî fireh û armancên mezin li serdema ji niha û pê ve ya têkoşînê binêrin û got,

“Ya heta niha weke destpêkekê dikare bê dîtin. Eger ev xeta fedayîtiyê bi xurtî bê dewamkirin, encamên qat bi qat mezintir wê bê girtin. Li tevahiya cîhanê wê êdî serdema gerîla dest pê bike.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dersên dîroka şerê çil salî ji bo fêhmkirina rastiyê têrker e, her kesên van dersan fêhm bike wê bibe hêzeke mezin a têkoşînê.

Back to top button