
Ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan Komîteya Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan bang li saziyên mafên mirovan, CPT û raya giştî kir û got; Divê tavilê tecrîd bi dawî bibe.
Komîteya Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rewşa dawî ya berxwedana grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Rêber Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de tecrîd li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got:
Divê çalakger dawî li çalakiyên fedayî bînin.
KNK’ê ji bo bidawîkirina tecrîdê bang li CPT û saziyên navdewletî kir û wiha bi dawî kir:
Divê daxwazên rewa yên girtiyên siyasî û çalakgerên di greva birçîbûnê de hemûyan bi cih bên anîn.
Divê tavilê tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe.