Di her saetê de 9 kes li Nîjerya ji ber malariya dimirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Nîjerya Dr. Osagie Ehanire ragihand ku li welat di her saetê de 9 kes ji ber ta yê dimirin.

Li gorî nûçeya çapemeniya neteweyî, ji 4 kesên ku li seranserê cîhanê bi malariyê dimrin yek ji wan ji Nîjeryayê ye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Nîjerya diyar kir ku her roja derbas dibe nexweşiya malariyê li seranserî welat belav dibe.

Ehanire dazanîn ku li Nîjeryayê di her demjimêrekê de, ji ber nexweşiya malariyê 9 kes dimirin.

Ehanire daxuyakirin ku ji bo pêşîgirtina li nexweşiyê pêwiste dermanên pêwist bêy qutbûn werin bikaranîn û got:

Li Nîjerya heta niha jî nexweşiya ta yê, yek ji metirsiya herî mezin ya li ser jiyana welatiyane.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî ragihand ku di du salên dawîn de zêdetirî 1,7 milyon dozên derziya malariyê yên hatine çêkirin li Gana, Kenya û Malawî hatine bikaranîn.

Derziya li dijî malaryayê, yekem car Nîsana 2019’an li Malawi hate bikaranîn.

Nîşaneyên nexweşiya malerya, recifîn, xwêdan, serêşî, vereşîn, êşana masolkeyan û bêhalbûne.

Back to top button