Serokwezîrê Etiyopya Ehmed li dijî Tîgrayê seferberî ragihand

Serokwezîrê Etiyopya Abiy Ehmed ji bo şerê li dijî Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) banga seferberiyê li tevahiya welatiyan kir.

Abiy Ehmed di banga xwe ya 3 rûpel ku ji bo welatiyên Etiyopya kirî de îdia kir ku artêşa Etiyopya ji bo dawî anîna li wêraniya ku hêzên Tîgrayê ava kirî têdikoşe.

Ehmed got:

Niha ji bo hemû Etiyopiyên pîr û xwedî destûr dema rast e ku beşdarî artêşê, hêzên taybet û milîsên herêmî bibin û welatparêziya xwe nîşan bidin.”

Serokwezîrê Etiyopya, hêzên Tîgrayê weke hevkarê dijminên welat nîşanda û ew bi nenirxandina reforma piştî 27 salî li welat hatî çêkirin tewambar kir.

Ehmed, bê ferq û cudahî ji her çîna civakê piştevanî xwest.

Hêzên Tîgrayê piştî şerê li welat, pêşdeçûna xwe ya li eyaletên bakurê Afar û Ahmara didomînin.

Her çiqasî artêşa Etiyopya di oparasyona xwe ya 4’ê Mijdara 2020’an ya li dijî hêzên Tîgrayê dayî despêkirin de serkeftin bidest xistibe jî lê neçar ma ku 28’ê Hezîrana 2021’an ji paytexta wê Mekelle vekişe.

Back to top button