Efxanistan..Navenda parêzgeha Baglan ket destê Talîbanê

Li Efxanistanê Talîban tevî pêşdeçûnên xwe parêzgehên nû kontrol dike. Bi kontrolkirina navenda parêzgeha Baglanê re jimara parêzgehên di destê Talîbanê de gihişt 8’an.

Çekdarên Talîban bajarê Pul-i Xumrî ya navenda parêzgeha Baglan a li bakurê Efxanistanê kontrol kir.

Cîgirê Encumena Parêzgeha Baglan Hayatullah Wefa, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku çekdarên Talîbanê nêzî hefteyek berê êrîşek birine ser navenda bajarê Pul-i Xumrî yê parêzgeha Baglan.

Piştî şerekî dijwar Talîbanê di saetên şevê de bajar kontrol kir.

Tevgera Talîbanê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevahî avahiyên hikumetê yên li bajar kontorl kirine.

Parêzgeha Baglan dikeve ser rêya giştî ya bakur-rojhilatê paytext Kabulê.

Li parêzgehê nêzî 750 hezar niştecih hene.

Talîbanê di 5 rojan de navenda 8 parêzgehan kontirol kir

Navenda parêzgeha Farahê ya li rojavayê welêt jî di nava rojê de kete destê Talîbanê.

Di nava 5 rojên dawiyê de, Talîbanê kari li bakur û bakur-rojhilatê welat 8 navendên parêzgehan kontrol bike.

Heta niha ji 34 parêzgehan, tenê 26 di destê hikumeta Efxanistanê de maye.

Back to top button