
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mişêrfê, Semûqa û Bendava Şehbayê û Efrîn topbaran kirin.
Duh êvarê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên
Mişêrfê, Semûqa û Bendava Şehba yên kantona Şehbayê topbaran kirin.
Agahiyên têkildarî ziyanên topbaran nehatin zanîn.
Dagirker gundên Şêrawa û Şera yên Efrînê topbaran kirin
Beriya du rojan jî dewleta Tirk êrîşên li ser gundên navçeyên Şêrawa û Şera ên Efrînê jî pêk anîbû.
Di demên dawî dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî navçeyên Eyn Îsa û Til Temir û herêma Efrînê, zêde kirine da ku şêneyên herêmê bide koçber kirin û planên guhertina demografî di herêmê de bidomîne.