
Li dijî tecrîda giran li ser rêber Abdullah Ocalan, şêniyên Efrînî li herêma Şehbayê meşek lidarxistin.
Bi diruşmeya “Bi rihê pêngava 15’ê Tebaxê em ê Rêber APO azad bikin” bi sedan Efrînî meşek lidarxist û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Di meşê de posterên rêber Apo û diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê û Berxwedana Serdemê hatin hatin berzkirin.
Meş li pêşiya parka Rêbertî ya li gundê Til Sosînê rawestiya û Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir axivî.
Zelûx Bekir diyar kir ku armanca tecrîdê, têkbirina fikir û felsefeya rêbertî ye.
Zelûx anî ziman, Tevahî dewletên cîhanê dizanin ku bi azadkirina Rêber Apo dê hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin.
Çalakî bi diruşemyên silavkirina berxwedana rêbertî û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.