Cezayîr..ji ber şewatê Herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest da

Demek e li deverên cûda yên cîhanê şewat derdikeve.. Li bajarê Têzî Wezor ê Cezayîrê agir bi daristanan ket, herî kêm 42 xebatkarên rizgarkirinê, jiyana xwe ji dest da.

Li 25 deverên Cezayîrê agir bi daristana ket, ji wan deveran 10 gelekî mezin bûn, lewma Yekîneyên agirkujê û artêşê destwerdan kirin û ew vemirandin.

Televizyona Cezayirê ya fermî jî ragihand ku di encama şewatê de 17 kesî jiyana xwe ji dest da û gelek birîndar jî hene.

Serokê Cezair Ebdulmecîd Tebûn jî li ser malpera xwe ya Tiwetterê eşkere kir di encama xebatên rizgarkirinê de herî kêm 100 kes hatin rizgarkirin û 25 leşker û kesên di vemirandina agir de cih girtine jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button