Artêşa Tirk gundên Efrîn û Şehbayê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mişêrfê, Semûqa û Bendava Şehbayê topbaran kirin.

Duh êvarê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mişêrfê, Semûqa û Bendava Şehba topbaran kirin.

Beriya du rojan jî dewleta Tirk êrîş li ser gundên navçeyên Şêrawa û Şera ên Efrînê jî pêk anîbû.

Di demên dawî dewleta Tirk êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî navçeyên Eyn Îsa û Til Temir û herêma Efrînê, zêde kirine da şêneyên herêmê bide koçkirin û planên guhertina demografî di herêmê de bidomîne.

Back to top button