Bêrîvan Xalid: Fransa desteka siyasî pêkêşî me dike

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid ragihand ku, Fransa desteka projeya Rêveberiya Xweser dike û ji bo pêkanîna aramiya siyasî, pê re dixebite.

Her wiha aşkere kir ku, di hevdîtina bi serokê Fransyê re, behsa herêmên dagirkirî hatiye kirin û Fransa piştgiriyê dide xebatên Rêveberiya Xweser ên li dijî DAIŞ’ê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, li ser asta navdewletî gavên mezin davêje û welatên Ewropayê bi taybet, helwesta xwe li hemberî vê projeyê zelal dikin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid piştrast kir ku, di hevdîtina bi serokê Fransa Emmanuel Macron re, Parîs desteka xwe ji bo desthilata giştî li Bakur û Rojhilatê Sûrî, projeyên xizmetguzarî û xebatên ji bo aramiya siyasî pêşkêş kir.

Macron di 19 Tîrmehê de, vexwendinameyeke fermî ji bo MSD’ê û Rêveberiya Xweser şand û di qesra Elysée pêşwaziya wan kir û wê demê ragihand ku, “ew desteka rêveberiya herêmê û aramiya siyasî dikin”

Li gorî Bêrîvan Xalid, di hevdîtinê de, qala herêmên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ku dewleta Tirk ew dagir kirine hatiye kirin, lê di derbarê naveroka wê de, tu agahî bi parve nekir.

Her wiha aşkere kir ku Fransa bi hemû dezgehên xwe piştgiriya keda Rêveberiya Xweser ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê dike.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî jî piştrast kiribû ku, ne pêkan e ku DAIŞ’ê tenê di warê çekdarê de têk biçe, lê belê divê desteka siyasî jî hebe da ku dawî li hebûna DAIŞ’ê were.

Berî du rojan jî Rêveberiya Xweser nûnertiya xwe li bajarê Cinêv ê Siwîsrayê jî vekir û bi vî awayî 10 nûnertiyên wê li ser asta navdewletî çêdibin.

Li ser van gavan jî, welatê yekem ê nerazîbûn nîşan da, Tirkiyê ye ku wezareta wê ya derve ji Dîplomatên Swêsirî xwest ku vê mijarê zelal bike.

Piştî 7 salan ji damezirandina Rêveberiya Xweser, rayedarên wê li ser qezenckirina naskirineke navewletî dixebitin, da ku rolekê di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze.

Back to top button