Zozan Çewlik: Fermandar Egîd bû dengê berxwedana gelê Kurd

Zozan Çewlik ku Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê ye, der barê Pêngava 15’ê Tebaxê de nirxandin kir.. Zozan Çewlik anî ziman “Fermandar Egîd bû dengê berxwedan û hişyarbûna gelê Kurd.” û tekez kir “15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd, gelên bindest û hemû jinan bûye serdemek nû.”

15’ê Tebaxê nêz dibe..

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik li ser pêngava 15’ê Tebaxê, girîngî û encamên wê ji ajansa ANF’ê re nirxandin kir..

Fermandar Zozan Çewlik eşkere kir “Di pêvajoya 15’ê Tebaxê de gerîlayên jin ku di nav de cih girtin gelek zor û zehmeti kişandin û bi tekoîşneke mezin artêşa jin ava kirin.”

Zozan anî ziman “Fermnadar Egîd ji bo gelê kurd bû dengê berxwedanê. Kurd bi rengekî xurt li 15’ê Tebaxê xwedî derketin, gavên girîng avêtin û rêxistinên resen hatin avakirin. ”

Zozan Çewlik balkişand ser îdeolojî û felsefeya Rêber Ebdullah Ocelan û tekez kir berpisariya wan a sereke ew e tecrîda li ser Rêber Ebdullah Ocelan bişkînin û êrîşên bi armanca dagirkirinê têk bibin.

Di dewama nirxandina xwe Zozan Çewlik got “Bi îdeolojî û felsefeya Rêbetî, gelê Kurd li hebûna xwe xwedî derketiye, bi hêza xwe bûye xwedî kesayat û nasname. Ev nirxên ku derketine holê di şexsê gelê Kurd û bi pêşengiya jinan ji bo hemû gelên çewisandî bûye kaniya hêviyê.

Zozan Çewlik: 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û jinan bû serdemek e nû

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik piştrast kir “15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd, gelên bindest û jinan bûye serdemek nû.” û di şexsê fermandar Egîd de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anîn û soza ku bibin layiqî şehîdan û bigihijin serfiraziyê da.”

Back to top button