Îran ji Iraq û PDK’ê xwest ku hêzên Kurdî yên li dijî Îranê têdikoşin dersînor bikin

Îran piştî serdana Neçîrvan Barzanî û Fûat Hûseyîn bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re bang li hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdisatanê kir ku hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê li dijî Îranê têdikoşin dersînor bike.

Di navbera Iraq, rayedarên başûrê Kurdistanê û Îranê de li ser partiyên kurdî ku li îranê li dijî rejîma Îranê têdikoşin xuyaye bazar hene.

Ev bazara nû taypet piştî serlêdana Serokê Hêrêma Başûrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bi 8. Serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî re baştir xûya kir.

2 roj piştî serdan Neçîrvan Barzanî ji bo Îranê Endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Demokratîk Kurdistan “Rojhilat” Mûsa Babaxanî li Hewlerê hat kuştin.

Duh jî Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hûseyîn serdana Îranê kir bi Îbrahîm Reîsî re hevdîtinek pêk anî.

Duh piştî hevdîtinê berpirsê sazîya ewlekarîya neteweyî ya Îranê Elî Şamxanî li dijî partiyên kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê têdikoşin daxuyaniyek da.

Elî Şamxanî daxwaz li Iraq û rayedarên Başûr kir ku partiyên kurdî yên başûr dimînin li IRAQ’ê derxîne û got:

“Em bang li hikûmeta Îraqê dikin ku jibo dersînorkirina van koman ji Kurdistana Îraqê gavên xurttir bavêje.”

Hêzên Kurdî yên ku Elî Şamxanî, balêdikişîne li ser ev bi dehan sal e, li ser sînorê Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistan ku piraniya vê herêmê bin kontrola PDK’ê de ye dimînin.

Lê di van demên dawî de Îran êrîş û topbarana xwe ya li ser hêzên kurdî yên van deveran zêdetir kiriye.

Di nava rexistinan de wek Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) û Partîya Jîyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) hene.

Back to top button