Mihemed Mûsa: Bêdengiya aliyên Kurdî li himberî êrişan bi tehlûke ye

Derbarê zêdebûna tevgera hêzên PDK’ê li ser qadên gerîlayan û bêdengiya aliyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa nerazîbûn nîşan da.

Mihemed Mûsa ji ajansa Hawarê re axivî û diyar kir ku di qonaxa heyî de derfet ji Kurdan re hatiye, divê vê derfetê bikarbînin û got:

“Bêdengiya li hemberî êrişan, wê ji bo gelê Kurd encamên bi tehlûke bi xwe re bîne. Divê kurd hayedar bin.”

Der barê hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re Mûsa da xuyakirin ku dewleta Tirk dijminekî hevbeş ê Kurdan e, naba ku hêzên PDK`ê gerîlayan hedef bigirin.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê eşkere kir ku dewleta Tirk wê bandoreke xirab li pêşeroja Kurdan bike ji ber ku eşkere bi hêza leşkerî derbasî xaka Rojava û Başûrê Kurdistanê bûye.

Mihemed Mûsa banga hevkariyê di navbera hêzên kurdî de kir û got ku divê li aqilê xwe vegerin. Ti hincet ji bo hiştina nakokiyan tune ye.

Back to top button