Li navçeya Zirganê balafireke keşfê ya Rûsyayê ket xwarê

Vê sibehê li gundê Metmûra yê bakurê navçeya Zirganê ya Hesekê, balafireke Rûsyayê ket xwarê.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me bi parve kirin, li gundê Metmûra yê bakurê navçeya Zirganê ya girêdayî Hesekê dron bêpîlot a Rûsyayê ketiye xwarê, lê çawanî û sedema ketina wê heta niha nayê zanîn.

Têkildarî bûyerê, heta niha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê û baregeha Himêmîm tu daxuyanî nedane.

Dewleta Tirk û çeteyên wî vê sibê bi çekên giran êrîşên gundê Til-El Werd yê girêdayî navçeya Zirganê kirin, hemwextî wê drona Rûsî jî heman demê kete xwarê.

Back to top button