Cenazeya Mûsa Babaxanî li Koyê hat veşartin

Cenazeyê endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Demokratî Kurdistan “Rojhilat” Mûsa Babaxanî li goristana şehîdên Demokrat a li navçeya Koyê hat veşartin. 

Di merasimê de sekreterê Hizba Demokrat ya Kurdistanê Xalid Ezîz behsa xebata Mûsa Babaxanî ya ji bo Kurdistanê kir û tekez kir “Ji ber ku Babaxanî bi çalakiyên xwe deshilata Îranê tengav dikir hate kuştin.”

7’ê Tîrmehê Endamê Komîteya Navendî ya Hizbî Demokratî Kurdistan “Rojhilat” Mûsa Babaxanî li Hewlerê hat kuştin.

Mûsa Babaxanî xelkê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê bû û di kongreya 17’an ya HDK’ê de weke rêveber hatibû hilbijartin.

Hizbî Demokratî Kurdistan jî weke êrişeke ji aliyê rejîma Îranê ve pênase dike û ragihandibû ku Babaxanî ji aliyê du kesan ve hatiye revandin û paşê jî hatiye kuştin.

Back to top button