Zêrî Meto Şivan a ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê, ji aliyê QSD’ê ve li herêma Dêra Zorê hate rizgarkirin û ji aliyê Tefna alîkariya jinên Êzidî ve radestî malbata wê hate kirin. Zêrê spasiya hêzên QSD’ê, Asayîşa Rojava û mala Êzidiyan kir.
Di dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir, ferman bi ser warê Êzidîxanê de anî û bi hezarn keç û jinên Êzidî revandin û kuştin.
Heya niha jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî nayê zanîn.
Hêzên QSD’ê, Asayîşa Rojava û mala Êzdiyan jî ji bo rizgarkirina jinên Êzidî di nava hewildana dene û bi jinên Êzidî yên rizgar dikin vedigerînin Şengalê.
Herî dawî di dema salvegera bîranîna feramê de jina ciwan a bi navê Sîpan Xelîl hat rizgarkirin û li Şengalê hat pêşwazîkirin.
Niha jî yek ji jinên hat rizagarkirin Zêrî Meto Şivan a 25 salî ya ku ji aliyê Hêzên QSD’ê ve li herêma Dêra Zorê hate rizgarkirin.
Zêrê duh derbasî Şengalşê hate kirin û ji aliyê Tevna alîkariya Jinên Êzidî ve radestî malbata wê hate kirin.