Parêzer Beşdar Hesen: Girtiyên Behdînanê di girtîgehên PDK’ê de tên êşkence kirin

Girtiyên Behdînanê di girtîgehên PDK’ê de rastî êrîş , zextek mezin tên û di rewşek gelek xirab de ne.
Parêzer Beşdar Hesen diyar kir girtiyên Behdînanê di girtîgehên PDK’ê de tên êşkence kirin

Parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen, da zanîn girtiyên Behdînanê di girtîgehên asayîşa PDK’ê de rastî êrîş , zextek zêde ya derûnî tên û cihê girtiyan gelek teng e û nêzîkatiyek pir xirab li girtiyan tê kirin.

Parêzer Beşdar Hesen got:

“29’ê Tîrmehê dema ku Mamosta Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî wê bihatan dadgehkirin, asayîşê ji Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Şivan Seîd, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa xwest ku bibin şahidê tometên li ser Berwarî û Beroşkî.

Lê piştî ku wan ev yek ne pejirandin, ji wê demê ve di girtîgehê de rastî êşkence û zextên zêde tên.”

Beşdar Hesen diyar kir ku ji beriya Cejna Qurbanê wan daxwaznameyek ji Serokê Herêmê re şandibûn ji bo girtiyên Behdînanê efûyek derxe, lê berovajî van daxwazan zext û êşkenceya li ser girtiyan zêdetir bû.

Her wiha daxwaznameyek ji her sê serokatiyên Herêma başûrê Kurdistanê, rêxistinên mafê mirov û tevayî komên cûda yên li parlementoyê re şandine û daxwaz kirine, pêşî li êşkencekirina girtiyan bigirin.

Beşdar da zanîn ku li gorî yasayê her kesek dadgeh biryara girtinê li ser bide, divê ew kes radestî girtîgehên ser bi wezareta karûbarên civakî were kirin.

Parêzer Beşdar destnîşankir ku bi behaneya nûjenkirina girtîgehan, heta niha jî girtiyên Behdînanê wek cezayek di girtîgehên asayîşa giştî de tên ragirtin.”

Di dewamê de parêzer Beşdar Hesen da zanîn ku girtiyên Behdînanê bê sucin, tenê ji ber ku tevlî xwepêşandanên li Behdînanê bûne û daxwaza azadî û mafên xwe kirine hatine girtin.

Her wiha wan gelek caran xwestine ji nêzîk ve li rewşa girtiyan bipirsin, lê destûr nedane ew hevdîtinê di gel girtiyan de bikin.

Back to top button