Dorpêça li ser Şehbayê..”Ger dorpêç dewam bike wê karesetek mirovî çêbibe”

Dorpêça li ser Şehbayê ji aliyê hikûmeta Şamê ve dewam dike. Komîteya Sotemeniyê ya Şehbayê diyar kir ku ger dorpêç berdewam bike wê karesateke mirovî çêbibe. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî hat kirin ku li hember vê yekê bikevin tevgerê.

Dorpêça ku hikûmeta Şamê li ser Şehbayê ferzkiriye, heta niha jî dewam dike.

Endamê Komîteya Sotemeniyê Ferîd Yûsif nebûna sotemeniyê li Şehbayê ji ANHA’yê re axivî û got,

“Zivistan nêzîk dibe, heger mazot ji şêniyan re neyê peydakirin em ê bi karesateke mirovî re rû bi rû bimînin.”

Ferîd Yûsif îşaret pê kir ku miqdara ku hikumet dihêle derbasî herêmê bibe gelekî kêm e.

‘”Her du mehan tenê 20 sehrîc derbas dibin, ev miqdar gelekî kêm e û têra pêwîstiya herêmê nake”.

Endamê Komîteya Sotemeniyê bang li aliyên têkildarî û rêxistinên navneteweyî kir ku dorpêça li ser Şehbayê rakin.

Hevseroka Kar û Barên Çandiniyê ya Herêma Efrînê endizyar Nesrîn Mihemed jî derbarê heman mijarê de axivî.

Nisrîn anî ziman ku ji ber dorpêçê rewşa çandiniyê li kantonê paş ketiye û got,

“Ji ber kêmbûna mazot, semad û pêwîstiyên çandiniyê em bê çare mane û nikarin alîkariya cotkaran bikin”.

Li gel nebûna van madeyan, li Şehbayê derman jî peyda nabin û yên sereke tunene.

Rêveberê dermanxaneya navendî ya Fafînê Ekrem Ereb nebûna derman spart dorpêça li ser herêmê.

Ekrem Ereb diyar kir ku hêzên Rûsya soz dan ku wê rê li pêşiya derbaskirina dermanan vekin, lê heta niha tiştek pêk nehatiye.

Back to top button