Efrîn..Dagirkeran welatiyek ji gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê revand

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagikirî berdewam dike.
Dagirkeran welatiyek ji gundê Hemamê yê bi ser navçeya Cindirêsê revand.

Li gorî nûçeya ANHA’yê welatiyê bi navê Şukirî Ehmed Kindî yê 30 salî ku ji gundê Hemamê yê , 7’ê Tebaxê dema ji Helebê gihîşt gundê xwe ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Kindî beriya derbasî gundê xwe bibe bavê wî 20 hezar doldar dabû çeteyan da ku kurê wî nerevînin.

Her wiha hat diyar kirin welatîy bi navê Ezîz yê ji gundê Erendê yê bi ser Şiyê jî hat revandin.

Hat diyar kirin dagirkeran êşkence li Ezîz kirine.

Hat gotin çeteyan li hemberî serbestberdana wî 7 hezar dolar xwestine.

Back to top button