Meclîsa Îştar a Mexmûrê: Divê demildest 3 endamên RJAK’ê bên berdan

Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê û Tevgera Jinên Azad bi daxuyaniyên cuda diyar kir ku PDK’ê ji rewşa her sê jinên endamên RJAK’ê berpirsiyare.

Meclisa Îştar a Mexmûrê derbarê revandina endamên RJAK’ê de diyar kir ku kiryarên PDK’ê li hemberî jinên kurd, yek ji polîtîkayên dewleta Tirk e.

Meclisê anî ziman ku PDK’ê ji rewşa her sê jinan berpirsiyar e, ji ber wê divê demildest her 3 endamên RJAK’ê berde.

TJA: Divê jinên siyasetmedar werin berdan

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ku agahî ji her sê jinên siyasetmedar nayê girtin.

TJA’yê bang li PDK’ê kir ku her sê siyasetmedarên ku têkoşîna jinê dimeşînin demildest berde.

9 roj in tu agahî ji endamên RJAK’ê yên ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin nayê zanîn.

Back to top button