Gerîla li Agirîyê lê da, 5 dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadîyê yên Kurdistanê bi çalakiyên xwe, rojane derbên giran li dagirkeran dide.
Gerîlayan li herêma Gilîdaxê ya bakurê Kurdisitanê li artêşa Tirk ya dagirker dan û di encamê de 5 leşkerên tirk hatin kuştin.
HPG’ê diyar kir li Avaşînê dagirekran li hemberî çeperên şer 7 caran gaza kîmyewî bi kar anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagireker daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî dan:

“13’ê Tîrmehê artêşa Tirk li dever Demîkapi ya herêma Gilîdagi ya Agiriyê bi tevlîbûna yekîneyên veşartî dest bi operasyonekê kirin.
Hêzên me yên gerîla yekîneyek veşartî ya li qadê xistin bin kontrola xwe û ji sê baskan ve çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin.

Cara duyemîn di çalakiyê de, hejmara dagirkerên hatine cezakirin ti agahiyek nehat girtin, her weha artêşa dagirker bi helîkopteran windahiyên xwe ji qadê rakirin.

HPG: Li herêma Metîna leşkererîk Tirk yê dagirker hat kuştin

HPG’ê derbarê çalakiyên herêma Heftanînê jî ev agahî da:

10’ê Tebaxê hêzên YJA Starê li dijî dagirkerên li devera Girê Îndirme ya Xantûrê çlakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de gelek dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran windahiyên xwe bi helîkopetan ji qadê rakirine.

Derbarê çalakiya li herêma Metîna jî HPG’ê ev agahî parve kir:

10’ê Tebaxê bi çekên giran li dagirkerên li Boxaza Girê Azad hate xistin. Di vê çalakiyê li hedefên hatibûn nîşandan hate xistin.
11’ê Tebaxê jî hêzên me yên YJA Starê li dagirkerên Girê Koordîne xist. Di encamaçalakiyê de dagirkerek hat cezakirin, 2 kamerayên mobess jî hatine îmhakirin.

HPG: Li herêma Avaşînê dagirkerek hate kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê HPG got;

“10’ê Tebaxê li berpalên Girê Sor hêzên me yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker xistiye bin kontrola xwe û di heman rojê de ji nêz ve li vê yekîneyê dan. Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.”

HPG’ê da zanîn 10’ê Tebaxê li Girê Silêman hêzên gerîla çekên giran li dagirkeran dane.

HPG’ê diyar kir 10’ê Tebaxê qada Siyanê ya Garê hat bombebaran kirin, piştî bombarannê agir bi qadê ket û şewat didome.

Hat diyar kirin heman rojê çeperên şer ên qada Werxelê ya Avaşînê bi teqemenî, balefirên şer û helîkopteran hatiye bombebarankirin.

Hat gotin, artêşa Tirk a dagirker li hemberî tunelên şer 7 caran gaza kîmyewî bi kar anî û bi çekên giran qadên gerîla hatin bombarankirin.

Back to top button