Talîbanê navenda 9 parêzgehan kontrol kir

Ji ber artêşa Efxanistanê nikare rê li ber pêşdeçûna Talîbanê bigre, li welat metirsiya heyî ji her demê zêdetir bûye.
Talîbanê di nava hefteya dawî de paytexta 9 parêzgehan kontirol kir.
Herî dawî jî çekdarên Talîbanê bajarê Feyzaba yê li bakur-rojhilatê welat xistin destên xwe.
Serokê DYA Biden jî tevî rewşa heyî ragihand ku ew ji biryara xwe ya vekişînê ne poşmane.

Li Efxanistanê, artêşa welat li pêşberî pêşdeçûna Talîbanê nikare raweste.

Li welat şerê ku ji meha Gulanê ve dijwar bûyî bi serkeftinên nû yên Talîbanê didome.

Li gorî rayedarên xwecihî yên Efxan, bajarê navendî yê parêzgeha Badahşanê Feyzabad ku bi rojan e şer lê diqewimî, şeva 10’ê Tebaxê kete destê Talîbanê.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê, bajar terikandine û xwe li navçeyên derdorê girtine.

Tê gotin, her du aliyan gelek kuştî dane.

Ji roja În a derbasbûyî ve Talîbanê 9 paytextên parêzgehan bi dest xist.

Di nava van de bajarê Kûnduzê jî heye.

Dostum: Talîban wê li bakurê welat binkeftinê bijî

Eski Afganistan Cumhurbaşkanı Yardımcısı Dostum, Taliban’ın daha önce de birçok kez kuzeye gelerek tuzağa düştüğünü ifade etti.

Alîkarê Serokomarê berê yê Efxanistan Mareşal Raşîd Dostum jî di daxuyaniya çapemeniya ji bo rojnamevanan dayî de ragihand ku ti cihê Talîbanê li bakurê welat nîne.

Dostum îdia kir ku wê Talîban li bakurê welat binkeftineke mezin bijî.

Pakistanê dergehê sînor yê bin kontirola Talîbanê de vekir

Di vê navberê de hikumeta pakistanê careke din dergehê sînor yê li sînorê Chaman yê Efxanistanê vekir.

Pakistanê diyar kir ku ev dergeh ji bo bazirganiyê hatiye vekirin.

DYE li bendê ye ku Kabul bikeve

Li gorî nûçeyeke rojnameya Washington Postê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên payebilind, hikumeta DYA li bendê ye ku di demeke nêz de Kabul bikeve.

Rayedarekî diyar kir ku Kabul dibe ku di nava 90 rojî de bikeve.

Beşek ji çavdêrên siyasî jî dibêjin dibe ketina Kabulê di nava 30 rojan de pêk were.

Biden: Ez ji biryara vekişînê ne poşmanim

Tevî ku Talîban ji meha Gulanê û vir ve bi pêş ve diçe, Serokê DYA’yê Joe Biden roja doh bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ji biryara vekişîna ji welat ne poşmane.

Biden bang li hêzên hikumetê kir ku şer bikin.

DYA: Talîban peymanê binpê dike

Berdevkê wezareta Karên Derve ya DYA Ned Price jî li ser tundiya li welat Talîban tewambar kir.

Ned Price diyar kir ku Talîban rêjeya tundiya li welat zêde kiriye û ev yek ne li gorî peymana hatî îmze kirine.

Back to top button