Berxwedana girtiyên azadiyê 258 roj li pey xwe hişt

Çalakiya greva birçîbûnê a girtiyên di girtîgehên Tirkiyê di roja 258’an bi biryardariyeke mezin dewam dike. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişande li ser armanca berxwedana girtîyan û diyar kir Rêber Ocalan ji bo pêkhatine aştî û demokrasiy hêza herî girîng e.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê dewam dike.

Çalakiya girtiyên Siyasî bi dewrgirtina koma 48’an di roja 258’an de ye.

Çalakiya ku li Wargeha Mexmûr jî bi heman armancê hatî destpêkirin di roja 237’an didome.

Çalakvanan diyar kir ku ew ê bi her awayî çalakiya xwe bidomînin.

Her wiha çalakiya li kampa Lavriyo ya Yewnenistanê jî, 220 roj li pey xwe hiştin.

Ebrû Gunay: Birêz Ocalan hêza herî girîng ya aştî û demokrasîyê ye

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, li navçeya Kûlûyê di hevdîtinên bi gel re behsa çalakiya girtiyan kir.

Ebrû da zanîn ku çalakiya girtiyan ya greva birçîbûnê navnîşana çareseriyê nîşan dide.

Berdevka HDP’ê diyar kir ku rêber Apo ji bo hatina aştî û demokrasiyê aktorê herî girîng e.

”Em dizanin ku israra di şer de pekanîna tecrîda li Îmraliyê ye.

Hewl didin bi pêkanîna tecrîdê dengê aştiyê yê kêm bikin lê ne paşerojê bi serketin ne jî dê îro bi serkevin”.

Parêzerên Rêber Apo serî li dozgeriyê dan

Li aliyekî din jî îro parêzerên rêber Apo ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.

Axaftina herî dawî ya bi rêber Apo re hate kirin, telefona 25’ê Adarê ya bi birayê wî re bû.

Ev axaftin jî di nîvî de hatibû birîn.

Back to top button