Rêberên Mossad û CIA li ser mijara Îranê civiyan

Serokê Rêxistina Îstixbareta giştî ya DYA (CIA) William Burns têkildarî rewşa Îran û Rojhilata Navîn bi Serokwezîrê Îsraîl neftali Bennett re civiya.

Nivisgeha Serokwezîrê Îsraîlê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Serokwezîriyê diyar kir ku Bennett li paytext Tel Evîvê, Serokê CIA Burns pêşwazî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Aliyan li ser rewşa Rojhilata Navîn, bi taybetî Îran û derfetên berfirehkirin û kûrkirina hevkariya herêmî, herwiha xurtkirina hevkariya gotûbêj kirine.”

Di civînê de serokê Mossad ya Îsraîlê David Barnea jî amade bû.

Tevî ku hûrguliyên civînê di daxuyaniyê de nehat parvekirin jî hat ragihandin, Burns duh êvarê bi Serokê Mossad Barnea re hevdîtinek pêk aniye.

Di rojeva serokê Mossad û CIA de “çalakiyên nukleerî ya Îran û mijarên hevkariya li herêmê” hatin nirxandin.

Tê payîn ku Burns li gel Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas re jî hevdîtinê pêk bîne.

Back to top button