Li Qamişlo çalakiyên Hefteya Çandî û Hunerî dest pê kir

Li Qamişlo çalakiyên Hefteya Çandî û Hunerî ya ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve hatiye birêxistinkirin dest pê kir.
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Fewaza Mihemed da zanîn ku ew ê rê nedin dijminan destdirêjiyê li ser çanda wan a resen bikin.

Hefteya Çandî û Hunerî ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi çanda Hîlala Zêrîn û bi hunera şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” li parka Helebçe ya li taxa Kornîş li Qamişlo bi tevlibûna bi dehan ji şêniyên bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Têkildarî armancên çalakiyê Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Cizîrê Fewaza Mihemed axivî.

Fewaza diyar kir ku armanca wan ji van çalakiyan ew e çanda gelê herêmê zindî bimîne.

Jina bi navê Dalya Elî ji bajarê Qamişlo beşdarî şahiya çalakiyê bûye, kêfxweşiya xwe der barê vê yekê de anî ziman.

Di çalakiyê de wê komên stranan berhemên xwe ji stranên gelêrî ji gel re pêşkêş bikin her wiha dê ev çalakî heya 10 rojan dewam bikin.

Back to top button