MUXALEFET DAXUYANIYA ARTÊŞÊ RED KIR… GEL JÎ LI QADAN E

Pişît darbeya leşkerî ku serokê Sûdanê Omer el-Beşîr ji hikum rakir. Muxalefet li dijî artêşê derdikeve. Gel jî li ser pêyan e.

Partiya Netewa Sûdanî ya niştimanî ragihand ku ew daxuyaniya wezîrê parastinê bi giştî red dike.

Partiyê der barê vê yekê de daxuyaniyek da û got:

Daxuyaniya wezîrê parastinê ne daxwazên gel û ne yê artêşê nayine zimên.

Ev daxuyanî heta niha kesayetên rejîma berê dihewîne û ev tiştî nayê qebûlkirin.

Li ser vê jî Amerîka ji 5 dewletan xwest ku civînekê li Konseya navdewletî roja Înê ji bo dawîn bûyrên li Sûdanê rû dane, li dar bixin.

Kordînasyona karûbarên derve yaYekîtiya Ewropa Federica Mogherini ji aliyê xwe ve bang li artêşê kir ku yekser desthilatê bide gelê Sûdanê.

Li gorî daxuyaniya hêzên azadiyê, xwepêşandan heta daxwazên gel pêk werin wê berdewam bikin.

Îro jî bi hezaran gel herikîn ber fermandariya giştî ya Xertûmê.

Tê payîn ku wê îro wezareta parastinê saet 3ê nîvro bi hemû hêzên siyasî re rûnê.

Leave a Reply

Back to top button