
Sekreterê Giştî û Berdevkê Tevgera El-Nûceba Nesir El-Şemerî êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kuridstanê û Iraqê weke dagirkerî bi nav kir.
Nesir El-Şemerî derbarê êrîşan de li ser hesabê xwe yê medya dijîtal anî ziman ku çawa Amerîkiyan li Iraqê dagirker dibînin, Tirkiye jî dagirker dibînin”.
El-Şemerî hişyarî da Tirkiyê û got, ”Eger hun naxwazin wekî Amerîkiyan tabût ji were werin, wê demê dawî li vê dagirkeriya li Iraqê bînin.”
El-Şemerî bang li gelê Iraqê, parlemento û hikûmeta Federal jî kir ku pêşî li dagirkeriya Tirkiyê bigire û bi hemû awayî dawî lê bîne.