Serokomarê berê yê Sûdanê El Beşîr wê di dadgeha naventewî de were cezakirin

Serokomarê berê yê Sûdanê Omer el Beşîr wê li Dadgeha Cezayan a Navnetewî were dadgehkirin.

Wezîra Derve ya Sûdanê Meryem Sadiq el-Mehdî ragihand ku Civata Wezîran biryar daye ku serokê berê Omer el-Beşîr û navên din radestî Dadgeha Cezayan a Navneteweyî (ICC) bike.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûdanê SUNA, Serdozgerê Dadgeha Cezayan a Navnetewî kerîm Xan li paytext Xertumê bi Mehdî re civiyaye.

Ji bo edaleta mexdurên şerê Darfur biryar hatiye girtin ku bi Dadgehê re kar bikin.

Mehdî diyar kir ku kesên ji aliyê Dadgehê ve werin xwestin, ew amade ne ku radest bikin.

Her wiha Mehdî dazanîn ku biryar wê di Konseya Deshilat û Dîwana wezîran de jî were erêkirin.

Ji 2000’î ve li herêma Darfur ya Sûdanê di navbera kesên misilman û nemisilman de şerên diwar rûdidin.

Sibata 2003’an de jî li herêmê komkujiyên mezin hatibûn rûdan.

Li gorî raporên NY ji ber şerê û sedemên wê herî kêm 300 hezar kes mirine.

Back to top button