Dewleta Tirk a dagirker li Besta û Heftanînê daran dibire

Artêşa Tirk gelek cerdevanên ku ji bajarokê Sêgirkê (Şenoba) ya Qilabanê anîne, bi destê wan li herêmên Besta û Heftanînê daran dibirin û xwezaya herêmê wêran dikin.

Li gorî ajansa ANF’ê, artêşa Tirk zêdeyî 100 cerdevanên ku ji bajaroka Sêgirkê ya Qilebanê anîne û li bakurê herêma Bestayê ya Şirnexê û li herêma Avagûzê ya bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê, daran dibirin û xwezaya herêmê wêran dikin.

Hat diyar kirin ku, 30 ji wan cerdevanan li derveyî sînor, yên mayî jî li herêma Bestayê dest bi birîna daran kirine.

Cerdevan di ser gundê Nêrwehê yê Qilabanê ber bi bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê bi 5 KM bi pêş ve çûne, li herêma Avagûzê 4 roj in daran dibirin.

Darên têne birîn jî bi traktoran derbasî herêmên baregehên leşkerî dikin.

Back to top button