Dewleta Tirk dest bi projeyek nû ya avahiyên mêtîngeriyê li bajarê Ezazê kir

Di çarçoveya guhertina demgorafiya herêmên dagirkirî de dewleta Tirk dest bi projeyeke nû ya avahiyên mêtîgeriyê li bajarê Ezazê kir.

Pirojeyên mêtîngeriyê di van rojên dawî de bi destekdayîna komeleyên “Qeter a Xêrxwaziyê”, “IHH” ya Tirkiyê û rayedarên Tirk weke waliyê Kilisê Recep Soyturk hatiye destpêkirin.

Tê payîn ku mêtîngeriya bi navê “El-Emel” ava dibe, wê 2 hezar yekîneyên niştecihbûnê ji bo bicihkirina 8 hezar û 800 çeteyan hebe.

Ev avahiyên mêtîngeriyê wê li ser rûpîvana nêzî 280 hezar metro çargoşe werin avakirin.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker û komeleyên Qeterê ji sala 2019`an ve 13 hezar yekîneyên niştecihbûnê ava kirine.

Li Efrîna dagirkirî jî hindik maye ku rêxistinên girêdayî Tirkiyê, Qeter û Kiwêt projeya avahiyên mêtîngeriyê li gundê Şadêrê yê girêdayî navçeya Şêrewa, bi dawî bikin.

Back to top button