Li Reqayê bi boneya salvegera 4’emîn a damezrandina Nivîsgeha Kombûnên Jinên Zenobiya pîrozbahiyek hat lidarxistin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de, Nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Hiqûqnas û Endamên ji MSD’ê û Meclisa Jinên Sûriyê amade bûn.
Têkildarî salvegerê, endama Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenobiya ya herêma Kerame ya rojhilatê Reqayê wiha got: “Têkoşîna jinan bi awayekî eşkere di pêşdeçûna fikir û xwe baweriyê de diyar dibe.
Ev yek bi saya fikireyê neteweya demokratîk pêk hat.”
Xaliye El-Kejwan jî bi navê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê anî ziman “Jinan xwe îsbat kir ku di vê merheleyê de dikarin pêşengtiyê bikin.”
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.