Hêzên QSD 2 çeteyên Sultan Murad ku ji eniyên şer reviyabûn girtin

Piştî êrîşa Firqet Sultan Murad ya 1’ê Tebaxê ku li ser nuqteya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê pêk hatibû, hêzên QSD 2 çeteyên Sultan Murad ku ji eniyên şer reviyabûn girtin. Çeteyên bi navên Semîr û Saed ku yek ji wan zaroke diyar kirin ku armanca sereke ya şandina wan a ber bi nuqteya Meclisa Leşkerî ve ew bû ku wan bidin kuştin.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiv da êrîşên Dewleta Tirk û ev herdû çeteyên Firqet Sultan Murad girtin.

Semîr Nebîl Besîr ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ye.

Seed Xilêf El-Mutlib ji Dêra Zorê ye.

Van çeteyan mehane 400 L.T werdigirtin û di bin fermana dewleta Tirk, sûcên şer pêk tanîn.

Herî dawî ji ber dijwariya şer, ji eniyan reviyan û ketin destê hêzên meclisa Til Temirê.

Ji me re gotin xwe amade bikin tu û Saad hûnê derkevin, me jî xwe amade kir û çekên xwe teslîm kir. 100 lîreya Tirkî dan me.

Ev jî li ser esasê 50 ji min re û 50 ji Saad re ji bo ku xerciya me be.

Me ji wan pirsî ka kîjan rê diçe Serê Kaniyê ji ber ku me rê nasnedikir. Çeteyekî Artêşa Azad ku ew jî bi me re bû hat û ji me re got hûnê li ser vê rêyê rast herin heta hûm bighên gundê Mehmûdiyê û ji gund hûnê derkevin Serê kaniyê.

Ji me re got ji bo kes karê xwe ji we ne êne kî we bisekinîne hûmê jê re bêjin em ji Firqa Sultan Murad in.

Me da rê û em baş meşiyan.

Berî ku em bighên gundê Mehmûdiyê nuqtak li pêşiya me hebû, em sekinandin û ji mere gotin hûn kî ne, weke ji mere hatî gotin, em ji got em Sultan Murad.

Nuqte a QSD’ê derket û em hatin girtin.

Ev mukrhatinên van çeteyan, rastiya Koma bi navê opozsyonê û çeteyên wê derdixîne holê, ji bilî bidesxistina pereyan, tu derdekî wan ê serxistina doza Sûriyê tune ye.

Niha jî weke amûran ji bo dewleta Tirk tên bikaranîn û herî zêde êrîşî herêmên bakur û Rojhalatê Sûrî dikin, da ku tola DAIŞ’ê hilînin.

Back to top button