Li bajarê Enqerê nîjadperestên Tirk êrîşên penaberên Sûrî kirin

Li Tirkiyê nîjadperestên girêdayî partiya Erdogan vê carê jî êrîşên penaberên Sûrî kirin.
Ev êrîşên nîjadperest li paytexta Tirkî Enqerê li ber çavanên polîsên Tirkî pêk hat.
Nîjadperestan li ser mal, dikanên penaberên Sûrî de girtin, talankirin, şewitandin, polîsên Tirkî bê ku tiştek bikin tenê temaşekirin.

Ev dimenên hovîtiya nijadperestên Tirk in.

Desthiladariya Erdogan li Tirkiyê ji aliyê aborî, siyasî, de têk çû ye.

Desthiladariya faşîst ji bo xwe li ser piyan bigre niha li Tirkî bi rêbaza kaosê bi destê nîjaberestan dixwaze li ser desthilatê bimîne.

Ji bo wê jî ev demeke dewleta Tirk, li dijî muxalîfan, taybet Kurd, penaberên Sûrî Efxan, jin, elewî pêleke êrîşê daye destpêkirin.

Dû di encama vê plana qirêj de nîjadperestên Tirk li taxa Batalgazî ya navçeya Altindag a Bajarê Enqerê bi îdaya hin Sûrî ciwaneke Tirk bi kêrê kuştine êrîşê malên panberên Sûrî kirin.

Hin komikên faşîst û nîjadpereset daketin qadan û bi durişmên em sûriyan li vir naxwazin, bi kevîran êrîşê malbatên sûrî kirin.

Ya balkêş ev êrîş di ber çavê polîsên Tirkî pêk dihat û polîsên Tirkiyê dewsa destwerdanê bike û nehêlin nîjadperest êrîş pêk bînin, weke ku hûn di dîmene de dibînin derî ji wan re vedike û wan teşwîqê komkujiyan penaberên sûrî dike.

Ev dimen li ser malperên tirkî rastî bertekên dund hat..

Komên faşîst bi slogana Alahû Ekber tizî û talana malên Sûrî pêk dianîn.

Weke ku hûn di dîmenan de jî dibînin ev dikaneke penaberên Sûrî ye xiradikin û talan dikin.

Ev demeke desthilata Erdogan bi bilindkirina pêla nîjadperestiyê û hedefnîşandayîna penaberên Sûrî, Efxan û Kurdan ve dixwaze bala faşîstên tirk bikişîne li ser xwe bi vê xetê ve li ser desthilatê bimîne.

Ji bo wî jî çend roj berê malbateke kurd 7 kes li bajarê Konyayê ji ber nasnameya xwe ji aliyên faşîstan ve hate kuştin.

Di mehekê de li Tirkiyê Bajarên weke Afyon, Kirşehîr, Enqere, Konya li dijî kurdan, êrîşên nîjadperst hate kirin û desthilata Tirkî li dijî nîjadperestan tedbîrek tund negirt.

Back to top button