Hesen Mistefa: Bikaranîna avê wekî rêbazeke şer, hovîtiya Tirkiyê destnîşan dike

Endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa destnîşan kir ku birina avê ji hêla dewleta Tirk ve şerekî dermirovî ye.

Hesen Mistefa diyar kir ku ev rêbaz li dijî hemû qanûnên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan e.

Dewleta Tirk bi rêya qutkirina ava çemê Firat û Dîcleyê armanc dike aboriya Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet têk bibe.

Çeteyên dewleta Tirk ava stasyona Alok li ser bajarê Hesekû quk dikin,
Êdî wê avê wek rêbazekî şer li dijî herêmê bi kar tînin. Ev rêbaz derexlaqî ye û tu fikrekî şaristanî nîşan nade. Lê belê hovîtiya wan çeteyan diyar dike. Her wiha ev rêbaz li dijî hemû qanûnên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan e.

Sûcên hikumeta Tirkiyê û Erdogan sûcên li dijî mirovahiyê ne, ji ber ku hêmanên sereke yên jiyanê av li dijî gelan bi kar tînin. Ev jî li dijî lihevkirinên navneteweyî û hemû olan e.

Back to top button