“Divê civaka navneteweyî li dijî êrîşan helwestekê nîşan bide”

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Minbicê û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo bang li civaka navneteweyî kir da ku helwestekê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê nîşan bidin.

Mihemed Xêr Şêxo li ser mijarê ji ajansa Hawarê re diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Şêxo bal kişand li ser bêdengiya civaka navneteweyî û ev anî ziman:
“Herî dawî dewleta Tirk li navçeya Eyn Îsayê malên sivîlan kir hedef û gelek kes ji heman malbatê hatin qetilkirin û gelek ji wan jî birîndar kirin.
Ev yek li pêşiya çavên cîhanê rû dide, lê dîsa jî bêdeng dimîne.”
Mihemed Xêr Şêxo banga rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyê ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir.

 

Back to top button