Li Girê Spî dagirkeran 2 jin û zarokek revandin

Çavkaniyên herêmî ji Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê 2 jin û zarokeke ji bajarokê Hemam El-Tirkmen ê girêdayî kantonê, revandine.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser bajarokê Hemam El-Tirkmen de girt û Maya Xelef Xelîl a Tirkmenan û zaroka wê ya 40 rojî revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku jina din ku dagirkeran revandiye, navê wê Rewda Ebdul-ehmed e û ew jî Tirkmen e.

Çavkaniyan diyar kir ku her du jinan beriya ku werin revandin, xwe spartibû rûspiyê eşîra El-Tobal Xelef Mihemed El-Xelef da ku wan biparêze.

Tevî vê yekê jî hêzên dagirker ew revandin.

Back to top button