PKK: Wê sala 38. ya pêngava 15’ê Tebaxê bibe sala serketinê

Komîteya Rêveber a PKK’ê salvegera 37’an ya Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir Têkoşîna dîrokî ya 37 salan a ku li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat, rûyê Tirkiye û Rojhilata Navîn guherand.
PKK’ê bang li herkesî kir ku li herderê pîrozbahîyên xurt li darbixin û têkoşîna azadîyê xurtir bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 37’an ya Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK’ê destpêka daxuyanîyê de Salvegera 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, gelê Kurd û gerîla pîroz kir û di şexsê Fermandarê mezin yê Pêngavê Egîd de hemû şehîdên tevgera azadîyê bibîranî.

PKK’ê bibîrxistin ku Gelê Kurd û Tevgera Azadîyê 37 sal in li dijî siyaet û zîhniyeta qirker bênavber şerê azadiyê dimeşînin û hat diyar kirin ev têkoşîna pîroz, ku bi pêşengiya Rêber Apo û bi dayina bi deh hezaran şehîdî hat meşandin, îro bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

PKK’ê da zanîn, Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an li Dihê û Şemzînanê bi çalkaiyên gerîla dest pê kir û wiha got,

” Çirûska azadiyê ya ku beriya 37 salan li Dihê û Şemzînanê pê ket, veguherî agirê azadiyê ku bandorê li Kurdistanê, Tirkiyê, Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Ev agirê azadiyê ku di xeta Rêber Apo de şênber bûye, ji bo mirovahîyê dibe hêviya jiyana azad.”

PKK’ê îşaret pê kir ku di nava 37 salên dawî de her tiştên bi navê azadiyê û hebûna Kurd li Kurdistanê hatine afirandin, li ser bingeha Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê hatine bidestxistin.

“Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan bû tevgereke ronakbîrî û azadiyê. Têkoşîna dîrokî ya 37 salan a ku li ser bingeha Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat, rûyê Tirkiye û Rojhilata Navîn guherand.”

PKK’ê bal kişande li ser berxwedana gerîla ya ku li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê û diyar kir gerîlayên leheng, li çiyayên Kurdistan û Tirkiyê, li bajaran bi ruhê serketinê û Pêngava 15’ê Tebaxê têdikoşin, derbên kuştinê li faşîzma AKP-MHP’ê dixin.

PKK’ê eşkere kir têkoşîna azadîyê di sala 38’an ya Pêngava 15’ê Tebaxê de wê li ser xeta Rêbertî û Şehîdan dewam bike û bi ser bikeve.

Komîteya Rêveber ya PKK’ê di dawîyê de bang li gel, bi taybetî jin û ciwanan kir ku li her deverê pîrozbahîyên xurt lidarbixin û têkoşîna azadîyê xurtir bikin.

Back to top button