Gerîlayan li herêma Zapê li leşkerên Tirk yên dagirker xist

Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li artêşa Tirk ya dagirker xist.
HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla ji bo “silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê” li herêma Zapê li dijî çepereke artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.
HPG’ê da zanîn dagirkeran li herêma Avaşînê bi gazên kîmyewî êriş birin ser çeperên şer ên li qada Werxelê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkerîyê û çalakîyên gerîlayan de daxuyanîyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê li leşkerên Tirk yên dagirker hate xistin û ev agahî parve kir;

“11’ê Tebaxê hêzên me yên YJA Starê li dagirkerên li ser Girê Şehîd Merwan xistin.

Di vê çalakiyê de derb li çeperekê hate xistin û 2 pergalên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.”

HPG’ê diyar kir hêzên YJA Starê ev çalakî ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê li dar xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî û yên bi hawanan li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

HPG’ê diyar kir 11’ê Tîrmehê qada kafya ya herêma Garê, Girê Sor a herêma Avaşînê, navçeya Kanî Masî ya Amedîyê û derdora gundên li wê herêmê hatin bombebaran kirin.

HPG’ê da zanîn heman rojê dagirkeran li herêma Avaşînê bi gazên kîmyewî êriş birin ser çeperên şer ên li qada Werxelê.

Hat diyar kirin li heman qadê liv û tevgera Droneyan dewam dike.

HPG’ê diyar kir ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên gerîla nehatîye.

Back to top button