Berxwedana girtiyên azadiyê 259 roj li pey xwe hişt

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke mezin dewam dike. Malbatên gitiyan jî banga xwedîderketina li berxwedana girtiyan kir.
Berdevka HDP Ebrû Gunay jî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya şer welat rizandiye.

Berxwedana girtiyên ji bo azadiya Rêber APO û bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehên Tirkiyê di grava birçîbûnê de ne, bi biryardariyeke xurt dewam dike.

Çalakiya girtiyan bi dewrgirtina koma 48’an di roja 259’an de ye.

Çalakiya li Wargeha Mexmûr jî di roja 238’an didome.

Her wiha çalakiya li kampa Lavriyo ya Yewnenistanê jî, 221 rojin didome

Malbatên Girtiyan: Xwedî li berxwedana girtiyan derkevin

Malbatên berxwedêrên di greva birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de jî gotin, azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan erka gelê Kurd e û banga xwedîderketina li berxwedana girtiyan kir.

Taybet Acet ku kurê wê Mistefa Acet li Girtîgeha Bandirmayê girtî ye, anî ziman ku 60 sal ceza lê hatiye birîn û 11 sal in jî girtî ye.

Taybet wiha rewşa kurê xwe anî ziman:

“Dema zarokên me dibin nexweşxaneyê bi lêgerîna tazî re rûbirû dimînin. Em van îşkence, zext û gefan qebûl nakin. Êdî em vê zilmê naxwazin.”

Li aliyekî Nebahat Îşçî ku kurê wê Naîf Îşçî di 14 saliya xwe de bi hinceta “Endamê rêxistinê ye” hatiye girtin û 24 sal cezayê lê hatiye birîn ev tişt anî ziman .

“Kurê min piştî ku hat girtin ew şandin girtîgeha Sêrtê.

Piştî 6 salan ji wir jî sirgûnê Girtîgeha Bandirmayê kirin û ev 5 sal in jî li vir girtîye.

Çi ji me û zarokên me dixwazin. Me ji hevdû-dûr dixin. Ez bang dikim, bila daxwazên zarokên me bînin cih û ez dixwazim nêzî zarokê xwe bim.”

Berdevka HDP Ebrû Gunay: Tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya şer welat rizandiye

Berdevka HDP Ebrû Gunay jî li avahiya navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xist û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê û polîtîkaya şer welat rizandiye.

Ebrû Gunay got:

“Kiryarên li derveyî mirovahiyê û kêfî yên li ser Birêz Abdullah Ocalan ku cihê xwe di nava pîvanên hiqûqa gerdûnî de nîne, li Îmraliyê weke polîtîkayeke taybet tê meşandin û tecrîdeke giran tê ferzkirin.

Girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ji bo tecrîd bê rakirin di greva birçîbûnê de ne.”

Back to top button